Li Sêmalkayê..93 roj in malbat li benda wegirtina cenazeyyên zarokên xwe ne!

Bi temenê xwe yê mezin, ne rojek û ne du, 3 meh in malbatên şehîdan li ber deriyê Sêmalka ne. Tevî ku rewşa hewayê xerab jî, lê bi biryar in çalakiya xwe bidomînin. Heta niha PDK’ê ti bersiv der barê van cenazeyan de nedaye.

Tevî ku hêzên PDK’ê zarokên wan şehîd xistine, cenazeyan jî radest nake.

Malbatên wan şehîdan bênavber çalakiya xwe didomînin û hêviya wan ew e cenazeyên zarokên xwe werbigirin.

Çalakî derbasî meha 4’an dibe, lê heta niha bangên malbatan bi cih nehatine.

Malbat tekez dikin, heta cenaze neyên radestkirin, ew ê li wir çalakiyê bidomînin.

Rojane ji bo piştgiriya wan, gelê herêmê jî berê xwe dide Sêmalka û li wir heman daxwaz dubare dibe.

Ji deveyî vê çalakiyê jî, ji her deverê bang tên kirin.

Lê heta niha qet bersiv ji hêzên PDK’ê nehatiye.

Bi ser de deriyê Sêmalka jî ku ev çalakî li wir e, girtin.

Back to top button