Amerîka: Em ê hemû cezayên berê yên li Îranê li gorî Snapakê bibirin

Serokê Amerîka Donald Trump ji bo sepandina cezayan li ser Îranê, Mike Pompeo erkdar kiriye, da ku Konseya Ewlekariyê agahdar bike.

Trump da xuyakirin ku ew ê hemû cezayên berê li gorî mekanîzmeya “Snapak” li Îranê bibirin.

Serokê Amerîkayê diyar kir ku lihevkirina nuklerî bi Îranê re, têkçûneke rêveberiya berê bû û li gorî lihevkirinê, Îranê gelek pereyên bêberamber bi dest xistibûn.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî got:

“Çîn û Rûsya li pêşiya birîna van cezayan dibin asteng.”

Mekanîzmeya Snapak, hemû cezayên navneteweyî yên li ser Îranê vedigerîne.

Weke zexteke din li ser Îranê, Washintonê duh ji Bexdayê xwest ku rê li pêşiya çalakiyên alîgirên Îranê yên li Iraqê bigire.

Back to top button