Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed diyar kir ku, ew amadekariya kongreyekê dikin ku tê de modelekê baştirîn a Rêveberiya Xweser li pêş bixin. Ilham destnîşan kir ku wê bi hezar kes tevlî kongerê bibin û erk û mafên Rêveberiya Xweser ji aliyên siyasî, ewlehî û xizmetguzarî ve werin nîşqakirin.
Ji bo sîstemek baştirîn a Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriya Demokratîk/ MSD amadekariya kongreyekê li asta Bakur û Rojhilatê Sûrî dikin.
Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed li ser amadekariyên kongreyê axivî û diyar kir ku:
Kongre wê bi şêweyê panelên hundirîn di navbera Rêveberiya Xweser û pêkhateyên herêmên Cizîr û Firatê de bê lidarxistin.
Ilham Ehmed anî ziman ku piştî hewldanên têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, da ku rêveberî xurt, mayînde û bê pêşxistin, lidarxistina kongreyê gelekî girîng e..
Ilham desnîşan kir ku ew ê hemû nerîn û rexneyên ji bo pêşxistina Rêveberiyê di ber çavan re derbas bikin û siyaseta Rêveberiya Xweser li gorî pêşniyarên hemû beşdarên însyatîfê, bê guhertin.
Ilham li ser amadekariyên lidarxstina kongere ev agahî da:
“Em ê destpêkê komxebat û panelên biçûk li ser asta her kantonekê li dar bixin.
Wê nûnerên Rêveberiya Xweser û kesên ji derveyî wê tev li van panelan bibin.
Piştre, wê jimara beşdarên Kongreya fireh, bi hezaran bin û ji nûnerên herêmê bin û mijarên yekîtiya axa Sûriyê û çareseriya siyasî nîqaş bikin.
Her wiha wê erk û mafên Rêveberiya Xweser ji aliyên siyasî, ewlehî û xizmetguzarî ve werin nîşqakirin.”
Ilham Ehmed diyar kir ku wê gelek şande ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser tev li kongreyê bibin û sûd ji pêşketinên li herêmê çêbûne bigirin.
Li gorî Ilham, wê bernameyeke taybet ji bo herêma Şehba û Efrînê hebe, ji ber ku rewşa Şehba cuda ye, ji ber niştecihên wê koçberên Efrînê ne û pirsgirêk û dozên wan pir in.
Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê anî ziman ku ew ê encamên kongreyê û nêrînên xwe bigihînin opozîsyoan Sûrî û tevahiya hêzên niştîmanî, herêmî û navneteweyî.