Divê gelê Sûriyê, hêz û artêşa wê sînorê welat ji dagirkeriyê biparêzin

Duh bi amadebûna fermandariya QSD’ê, rêveberiya MSD’ê û Rêveberiya Xweser, civîneke sêalî li ser rewşa dawî û gefên dewleta Tirk hat li darxistin..
Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû.
Hat diyarkirin êrişeke li ser herêmê wê bê bersiv nemîne û bang li gelê Sûriyê, hêz û artêşê hat kirin ku serweriya welat li hember dagirkeriyê biparêzin.

Duh li Hesekê bi amadebûna fermandariya QSD’ê, rêveberiya MSD’ê û Rêveberiya Xweser, civîneke sêalî li ser rewşa dawî û gefên dewleta Tirk hat li darxistin.

Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû..

Di encamnameyê de hat gotin:

  • Operasyoneke leşkerî ya dewleta Tirk hemû axa Sûriyê hedef digre û armanc dagirkirine.
  • Dagirkerî wê bi xwe re kerasetên mirovî bîne..
  • Êrişeke muhtemel, wê hêza QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê belav bike, rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê û kombûna tunderewan li van deverên dagirkirî veke.
  • Pêla koçberiyê ya welatiyan wê zêde bike û rewşa mirovî ya li herêmê aloz bike.

Di encamnameyê de ji bo pêşîgirtina li êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî ev yek hat teqezkirin:

  • Xebatên Diplomasî û helwestên navnetewî di pêşîgirtina êrişên dewleta Tirk de girîng in.
  • Divê hêzên navnetewî ji daxwazên dewleta Tirk ên dagirkirinê re serî netewînin û bi idîayên ku wê operasyon sînordar be neyên xapandin.
  • Rola pêkhateyên herêmê, eşîr, hêz û partiyên siyasî girînge, ku di hemû şert û mercan de bi pîvanên şoreşê girêdayî bin û red bikin ku bibin amûrê destê dagirkeran..
  • Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê li hember projeya ku ewlehî û pêşeroja wan dike hedef yekgirtî bin..
  • Divê gefên dewleta Tirk ên xeter cidî werin dîtin û hemû hêz û gelê Sûriyê û artêş bi hevre li hember bisekinin..

Di dawiyê de bang li hemû hêzên demokrat ên niştîmanî yên Sûrî hat kirin ku helwestê li dijî dagirkeriya Tirk nîşan bidin.

Her wiha daxwaz ji Komkara Erebî û Meclisa Kendavê ya hevkar jî hat kirin ku di şerê li dijî terorê û dagirkeriyê de destekê bidin gelê Sûriyê.

Back to top button