Bavê keşeyê Dêra Ermenan a Katolîk a Qamişlo Hena Bidoyan ku doh di êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû hate oxirkirin.
Şêniyên bajarê Qamişlo yên Suryan, Ereb û Kurd tevlî merasîma cenazeyê ya li Gorîstana Şehîdan a Suryanan bûn.
Şêniyên bajarê Qamişlo bi hemû pêkhateyên xwe ji bo cenazeyê Hena Bidoyan werbigirin, li pêşiya erkaniya katolîk a Ermen a Cizîrê û Firatê kom bûn.
Merasîma oxirkirinê ya li dêrê ji aliyê oldarên xiristiyan ve pêk hat.
Piştre şêniyan cenazeyê Hena Bidoyan ji erkaniya katolîk a Ermen a Cizîrê û Firatê wergirtin û bi karwanekê ber goristana şehîdan a xiristiyanan ve ketin rê.
Cenazeyê bavê keşeyê Dêra Ermen a Katolîk a Qamişlo, Hena Bidoyan li goristana şehîdan a Suryanan spartin axê.
Merasîma oxirkirina cenazeyê keşeyê Dêra Ermen a Katolîk a Qamişlo Hosip Bidoyan ku di heman êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû wê siba pêk were.