Gerîla li herêma Avaşînê li dagirkeran xistin

Berxwedana gerîlayên HPG’ê û YJA Starê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê dewam dikin. Gerîlayan li qada Girê Sor a Avaşînê, li artêşa Tirk ya dagirkera xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê li dijî artêşa Tirk ya dagirker çalakî hatin kirin.

HPG’ê da zanîn 20’ê Tîrmehê li qada Girê Sor li dijî komek dagirkerên ku hewl didan li derdora çeperên şer bi cih bibin, çalakiyek hat kirin.

Hat diyar kirin dagirkerên ku derb xwarin, neçar man paşve vekişîn.

HPG’ê diyar kir heman rojê artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan û gazên jehrî êriş birin ser çeperên şer ên liq ada Werxelê.

HPG’ê diyar kir 20’ê Tîrmehê dewleta Tirk a dagirker bi helîkopter, balafirên şer û hawanan herêmên Zap û Avaşînê bomberan kirin.

Hat diyar kirin ji ber van êrişan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button