Îro artêşa Tirk a dagirker gundên Şêrewa ya Efrînê da ber topan û duh bi şev jî bi balafirên bê mirov ên bi çek, li Kobanê erebeyek kir hedef. QSD`ê derbarê êrişa li Kobanê de daxuyanî da û eşkere kir ku 2 şervanên wan di bombebaranê de şehîd bûne.
Îro di seatên sibehê de, artêşa Tirk a dagirker gundên Meyasa û Birc Qas ên navçeya Şêrawa ya Efrînê Topbaran kir.
Hat ragihandin derdora 10 topan li vê herêmê ketin.
QSD: Di êrişa dewleta Tirk a li ser Kobanê de 2 hevalên me şehîd bûn
Duh bi şev jî li Kobanê, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên bi çek erebeyek bombebaran kir..
Navenda Ragihandinê ya QSD têkildarî bombebarana li Kobanê daxuyanî da û ev agahî parve kirin:
“Di roja 20`ê Tîrmehê de, saet derdora 21:00`an, li Kobanê dema 2 hevalên me diçûn sardana malbatekê, erebeya wan ji aliyê balafira bêmirov ya biçek a dewleta Tirk a dagirker ve hat bombebarankirin.
Di encama vê êrişê de hevalên me Kendal Rojava û Berxwedan Kobanê şehîd bûn.”