Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyekî din li Efrînê revandin.
Çeteyên dewleta Tirka a dagirker welatiyê bi navê Ebdurehman Ehmed ê 33 salî ku bi navê Ebdo Helaq tê naskirin li pêşiya dikana wî ya berberiyê revandin.
Ebdurehman Ehmed ku ji gundê Bablîtê yê Efrînê ye, bavê 2 zarokane.
Çeteyan Ebdurehman Ehmed birine cihekî nediyar û heta niha aqubeta wî nayê zanîn..