Bi boneya salvegera 11’emîn a Şerê Sûriyê, MSD’ê civînekê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar xist. Di civînê de hate diyar kirin aloziya heyî tenê bi Netewa Demokratîk û sîstemek ne navendî dikare were çareserkirin.
Bi boneya salvegera 11’an a şerê Sûriyê, îro Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê civînek li dar xist.
Civîn bi dirûşmeya ‘ Heya bidawîbûna zilmê, pêkanîna azadî û rûmetê wê şoreş bidome, li Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişlo hat lidarxistin.
Di civînê de nûnerên partiyên siyasî, şêxên eşîran, rêxstinên jinan û sivîl amade bûn.
Destpêka civînê de nameya MSD’ê ya ji bo aloziya Sûrî û rêyên çareseriyê hat xwendin.
MSD’ê destnîşan kir çareseriya li Sûriyê tenê bi yekîtiya Netewên wê pêkan e.
Piştî wê bi navên nûnerên amade gelek name hatin xwendin û hate gotin;
Armanca wan aştî, aramî, azadî û edaleta li Sûriyê ye.
Sîhanok Dîbo: Bi sîstemeke ne navendî çareserî dikare pêk were
Endamê Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Sîhanok Dîbo got, Çarserî bi sîstemek ne navendî pêkan e:
Endama Rêveberiya Meclisa Kongra Star Gulîstan Elî jî diyar kir, pirsgirêk bi projeya Netewa Demokratîk dikare were çareserkirin:
Têbînî ji bo montajê dîmenê min ji roportajê rakin.