Riyad El-Xelef: Ti lihevkirin bi Rûsa re derbarê Eyn Îsayê de pêk nehatiye

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef diyar kir ku ti lihevkirin derbarê Eyn Îsayê de bi hêzên Rûsyayê pêk nehatiye.

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Eyn Îsayê Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef destnîşankir ku hêzên wan vê êvarê bersiva hewldanên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên kontrolkriina rêya M4 dan.

El-Xelef destnîşan kir ku hemû nûçe û agahiyên ku dibêjin lihevkirineke bi hêzên rûsî re çêbûye ne rast

Hêzên hikumeta Şamê li gelek nuqteyên leşkerî yên li eniyên şer e, di heman demê de sewqiyetên leşkerî yên Rûsyaya li xetên paş hene.

Di dawiyê de Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî got: Pişî 6 hefteyan ji êrişên giran ên dewleta Tirk, nexşeya kontrolkirinê hîna wekî berê ye:

Back to top button