YRA bi rojnamevanan re çawaniya pêşxistina karê ragihandinê nîqaş kir

Ji bo nîqaşkirina rewşa ragihandinê û pêşxistina wê, Yekitiya Ragihandina Azad YRA, îro civînek ji rojnamevanan re li dar xist.

Civîn li Parka Xwendinê ya Qamişlo bi beşdariya endamên saziyên ragihandinê hat li darxistin.

Di civînê de hevserokê YRA Dilyar Cizîrî axivî û got.

“Armanc me ew ku li herêmê qada ragihandinê pêş bixin.

Beşdaran jî astengî û zehmetiyên ku li pêşiya karê rojnamevanan derdikevin bi bîr xistin.

Di nîqaşan de beşdaran lidarxistina dewreyên pîşeyî (meslekî) ji bo hemû rojnamevanan pêşniyar kir.

Back to top button