HRE: Li Şêrawa, Cerablus û Raiyê 10 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê HRE’ê di 21 û 23’yê Nîsanê li li Şêrawa, Cerablus û Raiyê çalakî li dijî dewleta Tirk a dagirker lidar xist.

Di çalakiyê de 10 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin û 14 çete jî birîndar bûn, her wiha seyareyek hat rûxandin.

Hêzên Rizgariya Efrînê HRE’ê der barê çalakiyên xwe yên 21 û 23’yê Nîsanê de bi daxuyaniyekê ev agahî parve kir:

21’ê Nîsanê hêzên rizgariyê rêya di navbera gundên Kîmarê û Beradê yên bi ser navçeya Şêrawa de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xist.

2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.

23’yê Nîsanê hêzên rizgariyê li bajarên Cerablûs û Raî li dijî çeteyên artêşa dagirker 3 çalakiyên sabotajê li dar xistin.

Di encama her sê çalakiyan de 8 çete hatin kuştin û 11 çete birîndar bûn, her wiha seyareyek hat rûxandin.

Hêzên rizgariyê li çerxerêya Maratê yê bi ser navenda bajarê Efrînê de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistin, lê encamê çalakiyê nehat zelalkirin.

Back to top button