QSD: Di êrişa li Kobanê de şervanê me Mezlûm Dogan şehîd bû

Duh balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker li Kobanê erebeyek bombebaran kir. QSD’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di êrişê de şervanê wan Mezlûm Dogan şehîd bû. Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Mezlûm li goristana şehîdan bi merasîmekê oxir kirin.

Di êrişê de, şervanekî Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Dogan şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê derbarê mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha gotin:

Yek ji lehengên me li gundewarê Kobanê di êrişa balafira biçek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Erebeya ku hevalê me Mazlûm Dogan tê de bû, dema ku vedigeriya cihê karê xwe hat hedefgirtin.

QSD’ê dawiya daxuyaniya xwe sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza tolhildanê û berdewamkirina têkoşîna li ser rêya şehîdan, nû kir.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

Sabrî Ebdullah bi nasnav Mezlûm Dogan 25’ê Nîsana 2023’an li Kobanê şehîd bû.

Şervanê QSD’ê Mazlûm Dogan bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin

Li Kobanê ji bo oxirkirina şehîd Mezlûm Dogan li goristana şehîdan merasîm hatin lidarxistin.

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mehmûd Dîmo axivî balkişandin li ser têkoşîna Mezlûm û anî ziman: “Şehîd Malzûm rojekê jî, ji fedekariyê tawîz neda.

Dema ku êriş li dijî vê xakê pêk dihatin, bersiva bangwaziyê da.

Îro jî em wî li ser vê axa pîroz oxir dikin.

Hevseroka Desteya Darayî ya Herêma Firatê Firyaz Berkal jî axivî û soza şopandina riya şehîdan da.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd di bin dirûşme û tilîliyên dayîkan de hate spartin.

Back to top button