450 Ciwan tevlî refên Hêzên Erka Xweparastinê bûn

450 ciwanên ku 3 mehan li Akademiya Şehîd Ehmed El Elî hatin perwerdekirin, tevlî refên Hêzên Erka Xweparastinê bûn.
Şervanan sond xwarin ku dê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şoreşê ji êrişan biparêzin.

Ji bo parastina axa xwe ciwanên heremê xwe perwerde û rêxistin dikin.

450 ciwanên ku 3 mehan li Akademiya Şehîd Ehmed El Elî perwerdeya leşkerî û bîrdozî dîtin, piştî qedandina perwerdeyê bi merasimekê tevlî nava refên Hêzên Erka Xweparastinê bûn.

Merasim bi amadebûna fermandarên QSD û şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê li qada akademiyê ya bajarê Reqayê hat lidarxistin.

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê ya Herêma Firatê Mehmûd Ebû Xemîs axivî û tevlêbûna ciwanan pîroz kir.

Ebû Xemîs: Buyerên li Dêrazorê komployeke li ser herêmê ye

Ebû Xemîs anî ziman ku bûyerên li Dêrazorê diqewimin komployeke li ser tevahî herêmê ye û armanca wê fitne di navbera pêkhateyên herêmê de derxistin e.

Fermandar Mehmûd Ebû Xemîs di dawiya axaftina xwe de got :

“Em Hêzên Erka Xweparastinê soz didin gelê xwe ku em ê bibin mertalên xurt ên parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Şêxê eşîra Sebxa: Em ê di oxira parastina xak û rûmetê de berdêlan bidin

Her wiha Şêxê eşîra Sebxa, Mihemed Tirkî Soan jî tevlîbûna endaman pîroz kir û ev tişt anî ziman:

“Bi navê tevahî eşîrên Reqa û Tebqayê em hêvîdar in ku hûn bibin bendeke qayîm ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pişta xwe bidin we.”

El Soan bang li şêx û rûspiyên Dêrazorê kir ku li hember fitneyên rejîma Şamê hişyar bin ku hewl didin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin.

El soan da zanîn ku ew ê tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di oxira parastina xak û rumeta xwe de berdêlan bidin.

Back to top button