KJK: Ji cihê dagir kirine wê bên avêtin

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirkiyê parçeyekî plana têkbirinê ya sala 2014’an e. KJK’ê got, “Gerîlayên me wê bi berpirsyariya dîrokî welatê xwe heta dawiyê biparêzin û dijmin ji xaka ku dagir kiriye, biavêjin.”

Koordînasyona KJK’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdisatanê daxuyaniyek niviskî belav kir.

KJK’ê diyar kir ku gerîla li Avaşîn, Metîna û Zapê li dijî êrişan bi ruhê fedayî gavan diavêjin û got:

Êrişa dagirkeriyê ku di roja salvegera Qirkirina Ermenan de hate destpêkirin, eşkere ye ku hewldanek ji bo qirkirina Kurdan û tevgera me ya azadî û gelên berxwedêr e.

Êrişên dagirkeriyê ku weke têgeha îmha û înkarê tê meşandin, parçeyekî plana têkbirinê ye ku sala 2014’an dest pê kir.

KJK: Êrîşên vê dawiyê bi piştgirya DYA û hêzên herêmî ne

KJK’ê destnîşan kir ku êrişên dagirkeriyê bêyî piştgiriya DYA û hin hêzen herêmî nekarîbû bên kirin.

KJK’ê anî ziman ku:

DYA’yê qirkirina Ermenan nas kir, lê di heman demê de çavê xwe ji qirkirina Kurdan girt.

DYA’yê rêveberên PKK’ê careke din xist ‘lîsteya terorîst’ û bi vî rengî kir hedef û di xeta sîxurî-nokeriyê de bêrûmetî li Kurdan ferz kir.

KJK: Tevgera azadiyê ya Kurd gelên Rojhilata navîn ji DAIŞ’ê parast

KJK’ê diyar kir ku divê ev biryar ne ji aliyê gelê Amerîkayê ne jî ji aliyê raya giştî ve bê qebûlkirin.

KJK’ê her wiha destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd gelên Rojhilata Navîn û Ewropayê ji DAIŞ’ê parast, bi dayîna bi hezaran şehîdan gel li dijî êrişên faşîst xist nava eniya têkoşîn û berxwedanê. Lewma divê li dijî vê biryarê helwest bê nîşandan.

Koordînasyona KJK’ê herî dawî diyar kir ku hêz û gerîlayên azadiyê yên Kurd bi vîn, moral û rûmeteke mezin heta dawiyê li ber xwe didin, Ji ber vê yekê êrişên dagirkeriyê ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê divê ji aliyê Kurdan hemûyan ve weke xeta sor bên dîtin.

Jinên Kurd divê li dijî dagirkeriyê, bi hişmendî, wêrekî û biryardarî bikevin nava liv û tevgerê

Back to top button