Debbie Bookchin: Ya destekê dide terorê AKP ye, divê PKK ji lîsteyê were derxistin

Ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, bang ji qada navdewletî jî tên kirin. Debbie Bookchin ku rojnamevan û nivîskareke Amerîkî ye dibêje “Ya destekê dide terorê, ne PKK; AKP ye.” Bookchin anî ziman ku PKK ji bo mafên mirovan têkoşîneke rewa dimeşîne û tekez kir ” Divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin.”

“Desteka wê ya ji DAIŞ re nîşan dide ku partiya destekê dide terorê, ne PKK, AKP ku serkêşa wê Erdogan e.”

Rojnamevan û nivîskara Amerîkî Debbie Bookchin (Dêbî Bokçin) vê li ser hiştina PKK heta niha di lîsteya terorê de dibêje.

Debbie Bookchin hewldanên derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ û sûcên dewleta Tirk ên li li dijî herêmê û Başûrê Kurdistanê ji ajansa nûçeyan a Hawarê re nirxandin.

Debbie destnîşan kir ku Dadgeha Gel a Daîmî bi awayekî vekirî nîşan daye ku têkoşîna Kurdan a ji bo mafên mirovan ne meseleyeke ‘terorîzmê’ wekî ku Erdogan îdia dike.

Li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê jî Debbie Bookchin got:

“Desteka wê ya ji DAIŞ û çeteyên din re nîşan dide ku partiya bi rengekî eşkere destekê dide terorê, AKP ye ku bi pêşengiya Erdogan tê birêvebirin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û yên din bi belgeyan eşkere kirin çawa wan çeteyan êrişî gelê Kurd kir, jin revandin , sivîl kuştin, mal û milk talan kirin û zêdetirî 300 hezar mirov ji cih û warên wan kirin.”

Li ser bêdengiya civaka navneteweyî der barê êrişên Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd de Debbie Bookchin got: “Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve ji bo hemû welatên NATO’yê yên bêdeng dimînin, rûreşî û sûcê şer e.”

Debbie Bookchin dawiya nirxandina xwe, piştrast kir dem hatiye ku ji nûve pêvajoya aştiyê dest pê bike, Abdullah Ocalan ji girtîgehê derkeve, PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û Tirkiye ji Sûriye û Iraqê vekişe.

Back to top button