Reqa-Li dijî şerê taybet pengava hişyarkirinê hate destpêkirin

Kombûna Jinan a Zenûbya bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Saziya Olî û Komîteya Tenduristiyê bi dirûşmeya “Em bi hev re civaka xwe biparêzin û aramiyê pêk bînin” dest bi hemleyeke hişyarkirinê kir.

Kombûna Jinan a Zenûbya têkildarî mijarê bi amadebûna endamên saziyên beşdar, li bajarê Reqayê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, rêzeçalakiyên ku di çarçoveya hemleyê de îro dest pê kirin, dê li gund û bajarên Reqa, Dêrazor, Minbic û Teqbqayê heta 2 mehan dewam bikin.

Li ser sedem û girîngiya destpêkirina van rêzeçalakiyan hat diyarkirin ku armanc jê hişyarkirina gel li hember şerê taybet e.

Her wiha hat destnîşankirin ku parastina civakê erka her kesî ye.

Di dawiyêde bang li hemû gelên herêmê hat kirin ku beşdarî vê hemleyê bibin û hat gotin:

“Em mil bi mil ber bi avakirina paşerojek baş, civaka exlaqî-polîtîk-demkratîk ve bimeşin û projeya xwe biparêzin.”

Back to top button