Çalakiyên piştgiriya pêngava azadiya Rêber Apo dewam dikin

Çalakiyên di çarçoveya Pêngava Azadiyê ya ji bo Rêber Apo re dewam dikin.
Ciwanan li Dêrikê pêşangeha pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan vekirin.
Beşdaran diyar kirin ku Felsefeya Rêber Apo çareserkirina doza Kurd e.

10’ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê pêngava “ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya Siyasî” hate destpêkirin.

Ev pêngav li cîhanê û bi taybet li Kurdistanê deng veda.

Li Rojavayê kurdistanê jî roj bi roj bi çalakiyên cuda piştgiriya pêngavê tê kirin.

Li Dêrikê pêşengeha pirtûkên Rêber Apo hat vekirin

Di vê çarçoveyê de, îro li Dêrikê ji bo piştgiriya pêngavê çalakiyek hate lidarxistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrikê pêşangeha pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan vekir û wêneyên wî pêşkêş kirin.

Pêşangeh li Parka Şehîd Arîn a Dêrikê bi beşdariya dehan ciwan, nûnerên saziyên sivîl, meclis û Kongra Star hate vekirin.

Di pêşangehê de bi dehan pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan yên bi zimanê Kurdî û Erebî, hatin pêşandan.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Gulê Xalîde axivî û vekirina pêşengehê diyarî Rêber Apo kir.

“Felsefeya Rêbertî çareserkirina doza Kurd e”

Gulê Xalîde bal kişand li ser armanca vekirina pêşengehê û wiha got:

“Armanca pêşangehê belavkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan e û bi wê re çareserkirina pirsgirêkên civakan e.”

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Gulê Xalîde diyar kir felsefeya rêbertî çareserkirina doza Kurd e.

Piştre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Dêrikê Enes Îdan der barê bandorbûna fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de helbestek xwend.

Di dawiyê de beşdar li nava pêşangeha ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatine daliqandin, geriyan.

Pêşangeh bi belavkirina 100 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li beşdaran û durişmeyan bi dawî bû.

Back to top button