Malbatên Şehîdan ên Efrîn: Em rê Nadin tu kesî ku yekîtî û vîna gelan derb bike

Dewleta Tirk bi girankirina tecrîda li dijî Rêber Apo polîtîkayên şer êrişên xwe ên li dijî Kurdan zêde kirine.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn, Tebqayê û Minbicê êriş û sûcên dewleta Tirk şermezar kirin.
Her wiha bang li aliyên peywendîdar kirin ku li dijî van kirina bi erkên xwe rabin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrîn-Şehba derbarê tecrîda li Imraliyê, êrişên li dijî herêmên parastina Medya û Bakûr û Rojhilatê Sûrî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Komploya Navneteweyî bi girankirina tecrîda li dijî Rêber APO û êrişên bi çekên kîmyewî dewam dike.

Dewleta Tirk ji ber ku li hemberî berxwedan gerîla têk çûye, êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine.

Dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe destkefiyên yekîtiya gelan a netewa demokratîk hedef digre û rê li ber şaneyên DAIŞ’ê vedike.

Her wiha bi êrişên xwe hewl dide deverên din ên herêmê dagir bike.”

Mabatên Şehîdan ên herêma Efrînê di dawiyê de diyar kirin ku Em rê nadin tu kesî ku hewl bide yekîtî û îradeya gelê me derb bike.

Malbatên Şehîdan ên Tebqa: Em ê li rex QSD’ê xaka xwe biparêzin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê jî bi heman armacê daxuyaniyek da.

Meclisê tecrîda li Imraliyê, êrişên li çiyayê kurdistanê û yên li dijî herêmê şermrzar kir û bang li gelê herêmê kir ku li dijî planê dagirkeran hevgirtin û yekîtiya xwe xurtir bikin.

Mabatên şehîdan her wiha ragihandin ku ew ê heta dawî li gel hêzên Sûriya Demokratîk QSD parastina herêmê bikin.

Malbatên Şehîdan ên Minbic: Divê sînorek ji dewlet Tirk re bê dayîn

Her wiha têkildarî heman mijarê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê jî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Malbatên Şehîdan binpêkirinên dewleta Tirk bi tundî şermezar kir.

Malbatên bang li civaka navneteweyî, sazî û rêxistinên hiqûqî kir ku li dijî dagirkeriya tirk bi erkên xwe rabin.

Back to top button