Roşîn Hido: Di nava du mehan de 6 kes hatin kuştin û 95 jî hatin revandin

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Roşîn Hido eşkere kir “Di mehên Cotmeh û Mijdarê de; çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 6 kes kuştin û 95 sivîl jî revandin.” 

Tevî van sûcn rojane yên li dijî sivîlan, Roşîn Hido anî ziman ku çeteyan li Efrînê 3 hezar darên zeytûnan birîn û êzingên wan li sûkan firotin.

Roşîn dibêje ”Çeteyan mewsima zeytûnan dizîn, berhemên zeytûnan bi erzanî ji şêniyên Efrînê kirîn piştre derbasî Tirkiyê kirin da ku li Ewropayê bi buhayekî buha bifiroşin.”

Roşîn Hido îşaret bi bûyerên kuştin û revandinê jî kir û da zanîn ku di nava du mehan de çeteyan yek jê jin 6 kes kuştin û 95 sivîl jî revandin.

Dawiyê Roşîn Hido bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê bêdeng nemînin.

Back to top button