Li Til Izêr a Şengalê goreke din a komî hate vekirin

Duh li Nahiya Tilizêrê ya Şengalê goreke komî hate vekirin.
Ev gora komî yek ji wan gorên fermana 3’ê Tebaxê ye.
Malbatên wendahiyên di dema vekirina gorê de bertek nîşanî hikumeta Iraqê dan û gotin: “Ji ber xemsariya hukumeta Iraqê heta niha gelek gorên komî nehatine vekirin.”

Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê di êrişa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê de bi hezara kes hatin qetil kirin û esîr ketin destê çeteyan.

Nahiya Tilizêr jî yek ji wan deverane ku komkujiyên mezin lê hatin kirin.

Duh li Nahiya Tilizêrê goreke komî hate vekirin.

Yek ji xizmên windahiyên fermanê Sultan Mûrad ji ajansa Rojnews re axivî û diyar kir ji ber xemsariya hikumeta Iraqê heta niha gelek gorên komî nehatine vekirin.

Sultan Mehmûd jî diyar kir di fermana 3’ê Tebaxê de gelek malbatên Êzîdî rastî komkujiyê hatin û got:

“Malbata min jî yek ji wan malbatane ku hatin qetil kirin û dîl ketin destê çeteyên DAIŞ’ê.

Wê îro gora komî were vekirin ji malbata min 8 kes di vê gorê de hene.”

Sultan hikumeta Iraqê rexne kir û diyar kir Iraq hewil dide komkujiyê bide ji bîr kirin.

Welatiya bi navê Xifşê Xidir jî diyar kir kû hukumeta Iraqê bi erkê xwe ranabe û got:

“Ev bû 9 sal hestiyên me li van qadane.

Em dixwazin hemû gorên komî bêne vekirin da ku em miriyê xwe derxin.”

Welatiyê bi navê Hesen Ebdû jî bertek nîşanî hikumeta Iraqê da û got:

“Hikumeta Iraqê bi erk û berpirsiyariya xwe ranabe.

Ev 9 salin dikarîbun gorên komîn vekin.”

Hesen Ebdo diyar kir divê kujerên Êzîdiyan di nava civaka Êzîdî de werin darizandin.

Back to top button