Li Helepçe bi pêxistina mûman şehîdên komkujiya Helepçayê hatin bi bîranîn

Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer Li Helebce bi pêxistina mûman şehîdên kîmyabarana Helebce bîranîn û diyar kirin ku divê ji bo tevahiya Helebce xizmet were kirin.

Li Helebce Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer li ser gorên şehîdan bi pêxistina mûman şehîdên Helebçe bîranîn.

Yek ji kesên ku tevlî çalakiyê bibû Rêbwar Bawe ji Rojnews’ê axivî û got :

“Bi boneya 34’emîn salvegera kîmyabarana Helebce bi pêxistina mûman me çalakiyek kir.

Ev çalakî ji bo zindîhiştina şehîdan û xwedîderketina li şehîdane.

Weke xelkê Helebce em amade çi ji bo gelê me pêwîste bikin.

Peyama me ji bo hikûmetê ewe ku pêwîst ne tenê 16’ê Adarê bê Helebce..

Pêwîste her roj weke vê rojê girîngiyê bidin Helebce..

Ji ber ku bajarek qurbanî daye.

Divê ji bo xizmet were kirin.”

Back to top button