Bi bihaneya çalakiyên Kobanê, AKP’ê biryara girtina 82 kesan da

Hikûmeta AKP’ê di çarçoveya operasyonên xwe yên qirkirina siyasî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de, biryara girtina 82 şaredar û rêveberên HDP’ê da.

Bi bihaneya çalakiyên ji bo Berxwedana Kobanê yên navbera 6-8 Cotmeha 2014’an, Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li 7 bajaran biryara girtina 82 kesan da.

Hevşaredarê Qersê û gelek rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin

Hat ragihand ku, Hevşerdarê Qersê Ayhan Bîlgen, Endamê HDP’ê yê RTUK’ê Alî Urkut, Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Nazmî Gur, Endamê berê yê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Can Memîş, Perlemanterê berê yê HDP’ê û endamê komîteya Îmralî Sirri Sureyya Onder û gelek kesên din hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyan ku Serozgerê Komarê Yuksel Kocaman ê ku lêpirsînê dimeşîne, beriya çend rojan li Qesra Serokmariyê li gel Erdogan bû.

Her wiha vê lêpirsînê beriya salekê dest pê kiriye û bi bihaneya wê jî, dema girtina Hevserokê Berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş hat dirêjkirin.

Back to top button