“Li gorî qanûna navnetewî, nabe Tirkiyê Çîçek Kobanê darezîne”

Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a herêma Cizîrê Xedîce Ibrahîm diyar kir ku dadgehkirina dewleta Tirk a Çîçek Kobanê, binpêkirina qanûna navneteweyî ye û nabe dadgeha dewleta Tirk wê darizîne.

Dozgin Temo (Çîçek Kobanê) di 21’ê Cotmeha 2019’an piştî birîndariya wê, bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker dîl hat girtin.

Çîçek Kobanê li gundê Mişêrfa ya navçeya Eyn Îsayê di dema êrîşên dewleta Tirk de dîl hate girtin û çeteyan ew radestî dewleta Tirk kir.

Rûniştina yekê ya darizandina Çîçek Kobanê, vê Hezîranê li dadgeha cezayê ya 5’an a li bajarê Ruhaya Bakurê Kurdistanê li dar ket.

Çîçek Kobanê di îfadeya xwe de got:

Ew bi vîna xwe tev li YPJ’ê bû û çek bi kar ne-anî, lê beşdarî çalakiyên alîkariya mirovî bûye.

Rûniştina duyem, 28’ê Tîrmehê li dar ket, her wiha di rûniştina sêyem de jî serdozgeriya giştî ya desthilatên AKP-MHP’ê ji dadgeha cezayan a bilind xwest ku cezayê heta hetayê li Çîçek were birîn

Dadgehê jî xwesteka serdozger qebûl kir.

Lê parêzerên Çîçek Kobanê ev yek red kir û daxwaza jinûve-darizandinê kir.

Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm der barê mijarê de axivî û diyar kir ku darizandina dewleta Tirk a Çîçek Kobanê binpêkirina tevahî qanûnên navneteweyî û nîştimanî ye.

Xedîce got:

Destpêkê divê em li ser danûstandina çeteyên dewleta Tirk biaxivin.

Me dît ku çawa çeteyan li dijî Çîçek Kobanê bi rêya dîmenan sûc kirin.

Ji ber ku Çîçek welatiyeke Sûrî ye, nabe dewleteke din wê darizîne.

Di dema parastina xwe û welatê xwe dikir, ew li ser xaka Sûriyê dîl hat girtin.

Ji lew re nabe dadgeha dewleta Tirk li gorî qanûnên navneteweyî Çîçek Kobanê darizîne.

Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm di dawî de got:

Em ê parastina jin û mafên wan çi li Sûriyê çi jî li derveyî wê bikin.

Em ê têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya jinan jî bidomînin.

Back to top button