Tevgera Goran: Divê parlamentoya Başûrê Kurdistanê Rêveberiya Xweser nas bike

Piştî Katalonya, çav li Başûrê Kurdistanê ne ku Rêveberiya Xweser nas bike û di vî alî de bang lê hatin kirin.. Seroka Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Gulistan Seîd dibêje “Divê parlemento Rêveberiya Xweser nas bike.” Ji parlamentoya Îspanyayê Marta Rosique “Marta Rosîk” da zanîn ew ê biryara Parlamentoya Katalonyayê ya naskirina Rêvebriya Xweser bibin civîna parlamenta Îspanyayê jî. 

Katalonya ew fermî nas kir, lê belê heta niha hikumeta Başûrê Kurdistanê ew nas nekiriye.

Piştî Katalonya, bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê jî tên kirin ku ew jî Rêveberiya Xweser nas bike.

Seroka Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê de Gulistan Seîd di vî alî de dibêje “Divê parlementoya Başûr Rêveberiya Xweser nas bike.”

Gulistan diyar kir ku Rêveberiya Xweser di demeke kurt de karî bi awayekî serkeftî bi rêve bibe, binesaziya aborî birêxistin bike, rewşa jiyanê baştir bike û mafê hamû pêkhateyan misoger bike.

Seroka Koma Tevgera Goran Gulistan Seîd eşkere kir ku divê naskirina Rêveberiya Xweser bi projeyeke ku hemû aliyên cûda tê de cih digre, ji parlamentoya Başûr re were pêşkêşkirin.

Marta Rosique: Em ê biryara parlamantoya Katalonya bibin ya Îspanyayê

Endama Meclisa Nûnerên Îspanyayê Marta Rosique Marta Rosîk” jî ji ajansa JINNEWS’ê re ragihand ew ê biryara Parlamentoya Katalonya bibin Parlamentoya Îspanyayê jî.

Li ser birina biryara Katalonya bo Îspaniya jî Marta ev tişt anî ziman ”Partiyên ku hikumeta Îspanyayê li Katalonya ava kirin bi awayekî erênî deng bi kar anîn” û hêvî kir ew partî bi heman rengî dengê xwe bi kar bînin.

20’ê Cotmehê Parlamentoya Katalonyayê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi fermî nas kir.

Back to top button