Li Parlemena Brîntayayê hat xwestin ku PKK ji lîsteyê were derxistin

Mijara derxistina PKK ji lîsteya terorê bû rojeva parlamentoya Brîtanyayê.. Duh di civîna parlamenteran de, qedexeya li ser PKK û êrişên qirker ên dewleta Tirk hatin nîqaşkirin. Parlementeran got:” PKK tevgereke azadiyê ye” û xwestin navê wê ji lîsteya terorê were derxistin.

Koma Parlemena Brîtanya ya ji gelek partiyan pêk tê “APPG”, qedexeya li ser PKK’ê û êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Kurdan bir civîna parlemenê.

Li ser daxwaza komê civîn li parlemenê bi beşdariya nunerê Wezarata Karên Derve yê Brîtanyayê pêk hat.

Civîn bi axaftina Serokê komê û wekîlê Partiya Karkeran Llyod Russell Moyle ( Layd Resil Moyl ) dest pê kir.

Moyle anî ziman ku Kurd li Tirkiyê bi zextên mezin re rû bi rû ne û bi bîr xist ku siyastvanên Kurd, rojnamevan û parêzvanên mirovan , rastî zext, binçavkirin û girtinê tên.

Moyle got:

“Tirkiye hewl dide PKK’ê mîna rêxistineke terorîst nîşan bide. Têkoşîna PKK’ê têkoşîneke mafdar e.
Wekî ku Dadgeha Bilind a Belçîka jî got: PKK ne rêxistineke terorîst e. Hêzeke rewa ye.
Divê Brîtanya nêrîna xwe ya li ser PKK’ê di ber çavan re derbas bike û navê PKK’ê ji lîsteya terorê derxe.
Di heman demê de û ji bo Tirkiye vegere xeta çareseriya siyasî jî, divê Brîtanya rol bilîze.”

Wekîlê Brîtanî tecrîda li ser Rêber Apo jî, weke kirineke dijhiqûqî bi nav kir û b ibîr xist ku Tirkiye ji hewldana darbeya 2016’an û pê ve, her ku diçe ji hiqûqê dûr dikeve.

29’ê Çileya 2020’an dadgeha Bilind a Belçîkayê jî PKK’ê ji lîsteya terorê derxist û got ne gengaz e ku di vê çareçoveyê de jî PKK were darizandin.

Back to top button