Jozêf Lehdo, Cîgirê Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser dibêje, Rêveberiya Xweser amade ye ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê diyalogan bi hikumeta Şamê re bike.
Jozêf Lehdo ji ajansa nûçeyan a Hawarê re nirxandin kir û careke din piştrast kir ku Rêveberiya Xweser amade ye bi rêya diyalogan aloziya Sûriyê çareser bike.
Lehdo îşaret pê kir ku bêyî Rêveberiya Xweser ne gengaz e ku aloziya Sûriyê were çareserkirin û ev got: “Em gelê Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe pêwîst e em aloziya xwe çareser bikin û bêyî Rêveberiya Xweser çareserkirina aloziya Sûriyê ne gengaz e.”
Lehdo dawiya nirxandina xwe da zanîn ji bo hevdîtinên heyî wekî yên berê bê-encam nemînin divê bi navbenkariya civaka navneteweyî û NY’î, danûstandin pêk werin.