QSD: dewleta Tirk bi çekên giran Eyn Îsayê topbaran kir

Dewleta tirk a dagirker di her fersendê de hewil dide li Bakûrê Sûrî herêmên ku dagir kirine berfireh bike. QSD’ê bi daxuyaniyekê encama êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser herêmên Eyn Îsayê ragihand û diyar kir ku dewleta Tirk li Eyn Îsayê dîsa herêmên ku sivîl lê dijîn bi çekên giran topbaran kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî êncamên êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên 24 saetên dawî parve kir.
Li gorî daxuyaniya QSD’ê:

Artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê li herêma Eyn Îsa û li ser rêya M4 tevgera xwe ya dagirkeriyê dewam kirin.

Bi çekên giran êrîşî gundên Bîr Kîno, Genteriyê, Kefîfa, Tirwaziyê û herêmên li derdora rêya M4 kirin.

Her weha bi çekên giran û tankan zêdetirî 30 caran êrîş birin ser gundên Xirbit Baqer, Mitmeşrîc û Xafiya.

Ji ber êrîşan zevî û milkên sivîlan ziyan dîtin.

Ji aliyê din ve dewleta Tirk a dagirker 17’ê Cotmehê ve bi kamyonan genimê depoyên Şergirakê talan dike.

Di 3 rojên dawiyê de dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê piranî genimê di embarên genim de talan kirin.

QSD: ARTÊŞA TIRK GUNDÊN BAKURÊ ÇIL AXA TOPBARAN KIR

Her wiha QSD’ê ragihand ku artêşa Tirk dagirker bi çekên giran gundên Etebê û Dêrna Axê yên bakurê Çil Axa topbaran kirin.

Di encama êrîşan de ziyanên madî gihîştin milkên şêniyan.

Leave a Reply

Back to top button