Li Londonê xiyaneta PDK’ê û êrişên dewleta Tirk hat şermezar kirin

Kurdistanî û dostên xwe li Londonê li ber avahiya Konsolxaneya Tirk û Nûnertiya Başûrê Kurdistanê çalakiyek li dar xistin.
Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê hat şermezar kirin.

Li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Londonê, komek Kurdistanî li ber Konsolxaneya Tirk çalakiya protestoyî lidarxistin.

Di çalakiyê de qetilkirina nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbul û xiyaneta PDK’ê hat şermezar kirin.

Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên ‘Bimre faşîzim’ û ‘Bimre xiyanet’ hat berz kirin.

Kesên ku di çalakiyê de axivîn bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re dan û gotin:

‘Dewleta Tirk a dagirker dixwaze Kurdistanê dagirbike û vê yekê jî bi rêya xiyanet û têkiliyên qirêj dike.

Em ê li dijî xiyanet û faşîzmê, bi ruhê şoreşgerî yekîtiya neteweyî mezin bikin.’

Back to top button