Tebqa-Bi merasîmekî şehîd Rîm El Casim hate oxirkirin

Şêniyên Tebqayê cenazyê şervana YPJ’ê Rîm El-Casim li goristana şehidan bi merasîmekê oxir kirin.

Şervana YPJ’ê Rîm El Casim di encama qezayekê de dema li ser erka xwe bû, 21′ê Tebaxê şehîd bibû.

Cenazeyê Ş. Rîm El-Casim bi merasîmekê hat oxirkirin.

Di merasîmê de ji fermandarên QSD’ê Emîre Mihemed axivî û got:

“Fedakariyên şehîdan li herêmên me ewlehî û îstîqrar peyda kir.

Bi şehîdbûna her hevalekê israra me ya şopandina rêya têkoşînê zêde dibe da ku armancên şehîdan ên azadî û edaletê pêk bînin.”

Dawiya merasîmê, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Back to top button