Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro dîsa gundê Seyda yê Eyn Îsayê û rêya M4 topbaran kirin. Her weha dîsa li Eyn Îsa tankerek sotemeniyê qulipî û dema Hêzên Asayiş û Şaredariya Gel ji bo alîkariyê berê xwe dan cihê bûyerê, rastî êrişa artêşa Tirk a dagirker hatin.
Îro di seatên nîvro de Dagirkeran gundê Seyda yê li rojhilatê Eyn Îsayê û rêya M4 topbaran kirin.
Doh jî, gundê Cehbel, Dibis, Teyba û rêya M4 yên Eyn Îsayê rastî topbaranê hatin.
Artêşa dagirker êrişî koma alîkariyê kir
Her weha, Duh di saetên derengiya şevê de li nêzî gundê Dibis ê navçeya Eyn Îsayê, tankereke sotemeniyê qulipî.
Ji ber bûyerê rêya M4 zêdetirî 2 saetan hat girtin û miqdareke zêde ya sotemeniyê rijiya erdê.
Li ser bûyerê komeke endamên Hêzên Asayîşê û Şaredariya Gel a Eyn Îsayê berê xwe da cihê bûyerê.
Kesên bi hawara ajokar ve çûn, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin.
Ji ber êrîşê, destwerdana xebatkaran hat astengkirin, ji ber wê xebatên vekirin û paqijkirina rêya M4 a navdewletî, hat paşve-xistin.
Ev yek jî, xetereyê li ser ajokaran çêdike.



