Mehmed Ocalan: Rêya çareseriyê di Îmralî û meclîsê re derbas dibe

“Em dikarin tevî partiya HDP’ê pirsgirêka kurd çareser bikin.”
Bi van gotinan Serokê giştî yê partiya CHP’ê meseleya Kurd carek din li Tirkiyê kir mijara nîqaşê.
Têkildarî mijarê birayê Rêber Apo, Mehmed Ocalan axivî û Peymana Dolmabahçeyê bi bîra CHP’ê xist û got: Rêya çareseriyê di Îmralî û meclîsê re derbas dibe.

Piştî daxuyaniya serokê partiya CHP’ê ya der barê muxatebê çareserkirina pirsgirêka Kurd, birayê Rêber Apo, Mehmed Ocalan li ser mijarê axivî.

Mehmed Ocalan ji bo nîqaşê îşaret bi muxatebê esas yê meseleyê Rêber Apo kir û bal kişand ser ked û hewldana Rêber Apo ya ji bo çareserkirina meseleya kurdî û demokratîkbûna Tirkiyeyê.

Mehmed Ocalan got: Hin kes radibin ji xwe re muxateban çêdikin. Gelê Kurd muxatebê xwe hilbijartiye û muxatebê meseleyê baş nas dike. Muxateb diyar e, û cihê çareseriyê jî Meclis e”

Mehmed Ocalan hevdîtin û peymana Dolmabaxçeyê ya di sala 2013’yan de bi bîra CHP’ê xist û got:

“Li Dolmabahçeyê peymanek hat xwendin. Di xalên peymanê de çareserî hebû. Heger çareserî bê nîqaşkirin, divê ji vir bê domandin. Şaş e ku hê jî dibêjin muxateb kî ye. Çareserî bes li meclîsê nabe. Meclis ji bo çareseriyê faktoreke mezin e, lê bêyî aktorên vî şerî jî çareserî ne pêkan e.

Mehmed Ocalan: Tecrîd rojeva me ya sereke ye

Her wiha Mehmed Ocalan bal kişand ser tecrîda 22 sal in li Îmraliyê dewam dike û her diçe girantir dibe.

Mehmet Ocalan, xwest, beriya nîqaşên ji bo çareserkirina pirsgirêkê, rojeva sereke rewşa tecrîdkirî ya Rêber Apo be.

Mehmet Ocalan, bang li CHP’ê kir ku di warê çareserkirinê de gavên jidil bavêje û li dijî tecrîdê be.

Back to top button