Dewleta Tirk bi navê ewlehiyê xwezaya kurdistanê wêran dike

Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta ewlekarî û çêkirina qeleqolan, xwezeya Bakurê Kurdistanê wêran dike. Artêşa dagirker birîna daran ku mehên borî li herêma çiyayê Cûdî dest pê kir, hê jî didome. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz diyar kir ku darên ku ji bo çêkirina qaleqol û qereqolan tên birîn, ji bo firotinê ber bi bajarên Tirkiyê û Idlibê ve tên şandin. 

Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta ewlekarî û çêkirina qeleqolan ve xwezeya Bakurê Kurdistanê wêran dike.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz der barê mijarê de ji ajansa Firatê re axivî û got:

Di encama polîtîkayên AKP’ê yên ewlehiyê de, li daristanên Kurdistanê dar tên birîn û şewitandin.

Huseyîn Kaçmaz navê cihên ku dar wan tê birîn û şewitandin wiha rêz kir:

“Cerdevan, li gundên Cifane, Nerex, Gilindor û Nêvava yên girêdayî navenda Şirnexê û li gundên Sorbitnê û Bêşêrê yên aliyê navçeya Silopyayê daran dibirin.

Dîsa li qadên Gûrariştê, Gera Rûviya, Şikira Kera û Banê Elî yên bejahiya gundê Gundikê Remo jî dar tên birîn.”

Kaçmaz diyar kir ku ev polîtîka ne tenê li Şirnexê, li tevahiya Kurdistanê xistine dewrê.

Cerdevan daran dibirin û dibin Idlibê difiroşin

Kaçmaz destnîşan kir ku li herêmê heta niha bi deh hezaran dar hatine birîn û dibêje:

“Darên ku ji bo avakirina qaleqol û qereqolên ku li herêmê çêkirina wan berdewam dike, tên birîn û ji bo herêma bajarên aliyê rojava û Îdlibê re tên şandin.

Dewleta Tirk bi zanebûn daristanê Kurdistanê dişewitîne

Kaçmaz diyar kir ku dewleta Tirk cudahiyê dixe nav axa Kurdistan û Tirkiyê ku:

“Dema li Îzmîr, Manîsa û Bûrsayê daristan dişewite dibêjin ‘Dilê me dişewite’ û bi lez vedimirînin.

Lê mixabin bi mehan Cûdî, Gabar, Besta, Lice, Çewlîg û Dêrsim dişewite û rayedarên dewletê bêdeng in.”

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz diyar kir ku ji ber dijminatiya dewletê li dijî Kurdan çavê wan sor kiriye, heta talankirina xwezaya Kurdistanê jî kiriye hedefa xwe.

Back to top button