Çeteyên dewleta Tirk welatiyek ji navçeya Şeraya Efrînê revand.
Li gorî ANHA’yê çeteyan welatiyê bi navê Reşîd Ebdo Dawûd revand.
Kesê navborî piştî ji Tirkiyê vegeriya gundê xwe Dêr Swan yê Şera hat revandin.
Reşîd dema li Tirkiyê jî bû ji aliyên dagirkeran ve 6 mehan hatibû girtin.
Piştî ku Heysem Cafer hate revandin, çeteyan dest danîn ser mala wî
Duh jî bi hinceta ku Heysem Cafer erkaxweparastin di dema Rêveberiya Xweser de pêk aniye hate revandin.
Heysem 32 salî ye ji xelkê Gaziya ye û li taxa Eşrefiyê dima.
Li gorî Efrîn POST ragihand, çeteyan piştî revandine Cafer, hevjîna Cafer û zarokên wî ji mal derxistin û dest danîn ser mala wî.
Sûad Hesen: Ji bo vegera koçberên Efrînê şerekî taybet tê meşandin
Derbarê sûcên dagirkeriya Tirk ên li Efrîn de jî Rêveberiya Meclisa Perwerdeyê ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Sûad Hesen axivî.
Di axaftinan de hate diyar kirin ku li Efrînê şerekî taybet ji bo vegera koçberên Efrînê tê meşandin.