Sûcên dewleta Tirk li herêmên ku li Sûriyê dagir kirine û sûcên desthilata Îranê li dijî jinan asta hovîtiyê nîşan dide.
Endama rêveberiya Desteya Jinan a herêma Efrînê bang li jinan kir ku li dijî sûcên artêşa Tirk serî hildin.
Zelûx Reşîd rewşa jinan li cîhanê wek rewşeke xirab wesifand û got:
“Dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî jinan hedef digire..
Jin di rewşeke xerab de dijîn, bi dehan hatine kuştin û revandin.
Gelek ji wan jî heta niha em tiştekî li ser wan nizanin.”
Zelûx bal kişand li ser bêdengiya rêxistina û ev yek anî ziman :
Em bang li rêxistinên têkildar kir ku ji bo rawestandina van binpêkirinan mudaxele bikin ..
Divê hemû rêxistinên jinan û yên mirovî li hember binpêkirinên li dijî jinan ji aliyê dewleta Tirk , bêdeng nemînin.”
Zelûx Reşîd bang li jinên Efrînê yên li bajarê dagirkirî kir ku li dijî dagirkeriya Tirk rabin ser piyan ..