Li peravên Lîbyayê keştî noqî avê bû, 30 koçber windane

Li peravên Îtalyayê keştiyeke koçberan noqî binê avê bû.
Yekîneyên ewlekariya peravî yên Îtalyayê ragihand ku nêzî 30 koçber windane.

Li gorî daxuyaniya yekîneyên ewlekariya peravî yên Îtalyayê:

“Di dema derbasbûna keştiya koçberan de keştî noqî binê avê bû.

17 kes hatin rizgarkirin, lê belê nêzî 30 kes winda bûn.”

Du hefte berî niha jî li peravên Calabrîa yên li başûrê Îtalyayê keştiyek ku 180 kes tê de bûn noqî binê avê bibû.

Di encamê de 76 koçberan jiyana xwe ji dest dabûn.

Ji wê trajediyê û vir ve hîn jî her roj cenazeyên nû digihêjin peravan.

Li gorî Wezareta Karên Hundir a Îtalyayê ji 1’ê Çileyê û vir ve 17 hezar û 592 kes gihîştin peravên Îtalyayê.

Di sala 2022’an de jî 5 hezar û 976 kes, gihîştibûn Îtalyayê.

Li aliyê din gorî Frontexê ku bi parastina sînorên Ewropayê wezîfedar e, hejmara koçberên di Derya Spî re gihîştin Îtalyayê di mehên Çile û Sibatê ji sedî 116 zêde bû.

Back to top button