Berxwedana me ya sala nû, wê tecrîdê têk bibe

Komîteya Navendî ya PKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 21’an a Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê şermezar kir. PKK’ê diyar kir ku wê di sala nû ya têkoşînê de berxwedan ji bo avakirina kurdistanek azad û têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê be. Her wiha destnîşan kir ku, biryara Belçîkayê ya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ji aliyê hiqûqî ve têkçûyîna vê komployê ye. 

Komîteya Navendî ya PKK’ê bi boneya 21. salvegera komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek nivîskî da.

PKK’ê di daxuyaniya xwe de, komploya 15’ê sibatê şermezar kir û diyar kir ku, dewletên dagirker xwestin polîtikiyên qirkirina Kurdan temam bikin û hebûna wan têk bibin.

PKK’ê destnîşan kir, hêzên komploger bi vê komployê re xwestin, Rêber Ocalan û PKK’ê tasfiye bikin û bi vê rengî xwestin çareseriya pirsgirêka Kurdan û demokratîkbûna Rojhilata Navîn asteng bikin.

PKK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser têkoşîna li dijî tecrîdê û destnîşan kir ku Rêber Ocalan û Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya 21 salan komplo heta radeyekî vala derxist.

Di daxuyaniyê de behsa biryara Belçîkayê ya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê kir jî û got:

Bi vê biryarê re, komplo ji aliyê hiqûqî ve vala hat derxistin.

PKK’ê diyar kir, ev biryar di encama têkoşîna kurd û mirovahiya demokratîk de hat standin.

PKK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan, bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku têkoşîna xwe di sala 22. de bilintir bikin û wê salê bikin sala serkeftinê.

Her wiha PKK’ê soza bilindkirina têkoşînê, hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn da.

Back to top button