Tirkiye Xeyalên dagirkeriyê dubare dike

Wezareta derve ya Îmaratê siyaset û zihniyeta berpirsên Tirk rexne dike û dibêje “ew dixwazin xeyalên Enqere yên dagirkeriyê dubare bikin.” 

Wezarê derve yê Îmaratê Enwer Qerqaş ev ziman bi “zimanê siyasî yê binketî û nelirê ” bi nav kir û got:

Ev ziman bûye taybetmendiyeke sereke ya axaftinên berpirsên Tirk ku li dijî welatên Kendavê bi kar tîne û bi rastî cihê mixabîniyê ye.

Qerqaş her wiha diyar kir ku “bi van peyvan hewl didin dîsa xeyalên dagirkeriyê ku dema wan bihuriye, ji nû ve zindî bikin.”

Di demên dawî de, ji ber serokkomarê Tirkiyê Erdogan nikare helwesta xwe der barê doza Filistînî de diyar bike, êdî êrîşî hinek welatên Ereb dike û bi taybet ên Kendavê.

Çavdêr dibînin ku “li şûna Tirkiyê bi rengekî diplomasî helwesta xwe ji plana Trump nîşan bide, daxuyaniyên xwe yên tûj ku bi hestên Ereb û Misilmanan dilîze, berdewam dike.”

 

Back to top button