Li Tirkiyê pêvajoya hilbijartinê

Li Tirkiyê dema hilbijartinê û partiyên siyasî yên beşdarî hilbijartinê bibin diyar bûn.
Hemwextî vê yekê, careke din fikarên li ser ewlekariya sindoqên dengan û rêbazên wê derketine pêş.
Pêvajoya hilbijartina li Tirkiyê wê çawa pêk were jî em di vê nûçeya xwe de hîn bibin.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ku faşîzm gihiştî lûtkeyê, pêvajoya hilbijartina serokomarî û parlamentoya dema 28’an bi fermî destpê kir.

Li gorî madeya 116’an a Destura Bingehîn a Tirkiyê, Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyê (TBMM) dikare bi piraniya endaman ango ji pêncan sêyê jimara endaman biryara nûkirina hilbijartinê bide.

Her wiha mafê Serokomar jî heye ku vê biryarê bide.

Ger bi vî awayî biryara nûkirinê bê dayîn, hilbijartinên giştî û yên serokomariyê wê bi hev re bên kirin.

Li Tirkiyê hilbijartin 14’ê Gulanê pêk tê

Dengdana destpêkê ya hilbijartina serokomariyê 14’ê Gulanê wê were li darxistin.

Ger ku di dengdana destpêkê de ti namzetekî serokomariyê bêtirî ji sedî 51’ê nestîne, wê dengdan 28’ê Gulanê carek din dubare bibe.

Di tura duwem a hilbijartinê de li şûna hemû aliyan, tenê aliyên ku herî zêde deng girtine beşdar dibin.

Di encama dengdanê de namzetê ku herî zêde deng girtî weke serokomar tê bijartin.

Dema serlêdana namzetê serokomariyê 26’ê Adarê diqede

Serlêdanên ji bo namzetiya serokomariyê wê di 25-26’ê Adarê de bidawî bibe.

Her wiha tê pêşbînîkirin ku partiyên siyasî di 10’ê Nîsanê de lîsteyên namzetên xwe yên ji bo parlamentoyê pêşkêşî Komîsyona Bilind a Hilbijartinê (YSK) bikin.

Lîsteya mîsoger a namzeta wê 10 roj piştî serlêdanan were ragihandin ku ev dîrok jî weke 19 yan jî 20 Nîsanê tê pêşbînîkirin.

Ji bo partiyên siyasî parlamenter derbixînin, divê yan bi serê xwe benda ji bo hilbijartina welat hatî diyarkirin derbaz bike, yan jî li gel aliyên bi wan re di nava tifaqê de ne, divê dengên derbazker yên wê tifaqê bi giştî benda hilbijartina welat derbaz bike.

Namzetê Tifaqa Ked û Azadiyê bûye cihê mereqê

Heta niha namzetên berbiçav yên hatîn diyarkirin, ji Tifaqa Millet ê, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu û ji Tifaqa Komarê jî Serokê Giştî yê AKP’î Recep Tayîp Erdogan e.

Tifaqa Ked û Azadiyê ku HDP serkêşiya wê dike heta niha namzetê xwe diyar nekiriye.

YSK wê ji bo mexdûrên erdhejê cihên dengdanê diyar bike

Li 11 bajarên ji erdheja 6’ê Sibatê ku navend Mereşê pêkhatî bandorbûyîn de, welatiyên ku koçber nebûyîn, dê li gorî cihên YSK’ê diyarkirî dengên xwe bikarbînin.

Mexdûrên ku bi neçarî koçî parêzgehên cuda bûyîn jî wê li wan bajaran dengê xwe bidin.

Back to top button