Di çarçoveya têkoşîna dijî hişbirê de turnuveya kişkê li dar xistin

Di çarçoveya têkoşîna li dijî madeyên hişbir de, Yekitiya Ciwan û Werzîşê ya herêma rojava ya Dêrazorê turnuvayeke kişikê li dar xist.

Turuva bi beşdariya 14 lîstikvanan li hola werzişê ya rojavayê Dêrazorê pêk hat.

Turnuva li gorî sîstema Swîsrayê hat organîzekirin.

Her wiha li gorî vê sîstemê jî turnuve ji 7 toran pêk tê, dema her torekê 20 deqe ye.

Di dawiyê de nuqteyên her lîstikvanekî tên komkirin û xwediyê nuqteyên herî zêde tê diyarkirin.

Di dawiya turnuvayê de, 5 lîstikvanên ku bi ser ketine wê beşdarî turnuveya bê ya li ser asta Bakur û Rojhlatê Sûriyê bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya herêma rojava ya Dêrazorê di 27’ê Adara borî de pêngavek ji bo hişyarkirina ji metirsiyên madeyên hişbirê ragihand.

Pêngav dê 2 mehan bidome.

Back to top button