Li Qamişlo, Hesekê, Amûdê û Dirbêsiyê 1’ê Mijdarê hat pîrozkirin

Îro Roja Kobanê ya Cîhanê ye..Şêniyên Qamişlo, Hesekê, Amûdê û Dirbêsiyê bi çalakî û daxuyaniyan Roja Kobanê ya Cîhanî pîrozkirin…Di çalakiyan de peyama berxwedanê li hember êrişên dagirkeriya dewleta Tirk hatin dayîn..

QAMIŞLO

Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî, îro bi hezaran şêniyên Qamişlo bi diruşmeya “Kobanê mirovahî parast, divê mirovahî Kobanê biparêze” meşiyan.

Meşê ji çerxerêya Rojhilat dest pê kir û li çerxerêya Sonî veguherî mêtîngê..

Li ser navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Ebdulwehêd Mûsa axivî û got:

“Kobanî bû sembola berxwedanê. Em ê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk bi ser kevin.

AMÛDÊ

Li bajarê Amûdê jî bi sedan şênî bi bone 1’ê Mijdarê roja Kobanê ya cihanê li qada Jinê kom bûn..

Şêniyan ji vir dest bi meşê kir, di nava kolanên bajar de meşiyan…

Meş li pêş navenda meclisa Malatên Şehîdan veguherî mîtîngê..

Di mîtîngê de hevserokê desteya hundirîn Kenan Berekat axivî, şehîdên Kobanê bibîr anîn û roja Kobanê pîroz kir..

HESEKE

Li bajarê Hesekê jî şênî li parka Rêber Ocalan kom û çalakiya piştevaniyê ji bo Kobanê li dar xistin û1’ê Mijdarê
Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin.

Çalakiyê bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir..

Paşê, li ser navê PYD’ê û Kongra Stran û rêveberiya Hesekê axaftin hatin kirin..

Kesên axivîn, Berxwedana Kobanê ya li dijî Daiş’ê bibîr xistin û gotin ku li Kobanê îsbat bû ku her kesê êrişî bakurê Sûriyê bike, ew ê jêre bibe goristan.

DIRBÊSIYÊ

Bi şîara “Kobanê parastina mirovahiyê kir û divê mirovahî parastina Kobanê bike” bi sedan şênî daketin qadan û çalakî li dar xistin..

Çalakiyê ji çerxerêya Jinê dest pê kir û heta çerxerêya Gardîniya dewam kir..

Li vir, mîtîng hat lidarxistin û li ser navê PYD’ê û kongra Star axavitin hatin kirin û bang li hêzên navnetewî hat kirin ku pêşiyê li êrişên dewleta Tirk bigrin û piştevaniya Kobanê bikin.

Back to top button