Çalakiya li Sêmalka di roja 29’an de didome lê PDK bê denge

Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li deriyê Sêmalka ya ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistine di roja 29’an de dewam dike.
Piştgiriya ji bo çalakiyê jî roj bi roj mezin dibe.
Îro jî şêniyên navçeya Tirbesipiyê serdana çalakiyê kirin û bang li PDK’ê kirin ku cenazeyên şehîdan radest bike.

Ji bo girtina Cenazeyên zarokên xwe yên Şehîd 29 roj in dayik û malbatên şehîdan li ber deriyê Sêmalka konê çalakiyê danîne..

Îro jî ji bo piştgiriya bi malbatên şehîdan re, Şêniyên Tirbesipiyê berê xwe dan Deriyê Sêmalka û beşdarî çalakiyê bûn..

Şêniyan bang li PDK’ê kirin ku cenazeyên gerîla radestî malbatên wan bikin..

Her wiha hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re jî hat şermezarkirin.

Sibê jî wê li ser navê mamosteyan hêjmarek mamosteyên herêma Cizîrê tev li çalakiyê bibin..

Back to top button