Kongra Gel: Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bêdengî sûc e

Sibê li bajarê Den Haag yê Hollandayê wê li dijî bikaranîna çekên kîmmewî çalakiyek were lidarxisin.
Dîvana Hevserokatîya Kongra Gel banga tevlîbûna li çalakîya kir.

Têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji alîyê dewleta Tirk ve li dijî gerîla, Dîwana Hevserokatîya Kongra Gel daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Di daxuyanîyê de wiha hat gotin:

”Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd şer dide meşandin û di vî şerîde guh nade tu regezeke navnetewî û peymana.

Di serî de çekên kîmyewî bikartîne û dewleta Tirk vî sûcî bi agahî û desteka DYE, YE û NATO’yê dike.

Yên ku li hember vê yekê bedengin jî hevkarê vî sûcî ne.

Kongra Gel bedengîya alîyên peywendîdar şermezarkir û ev bang kir:

”Em ê di 3’ê Mijdarê de li bajarê Hollanda Den Hagagê bi gelê me û dostên me li ber Rêxistina Qedexekirinê ya Çekên Kîmyewî (OPCW) li hev kom bibin û ban li rêxistinê bikin da ku bi erka xwe rabe.

Back to top button