PYDʹê bi daxuyaniyekê neçarkirina welatiyên Êzidî yên li Efrînê ku bibin misilman şermezar kir.
Meclisa Giştî ya PYD’ê, têkildarî kiryarên dewleta Tirk a neçarkirina welatiyên Êzidî yên li Efrînê ku bibin misliman daxuyanî da û wiha hat gotin:
“Em nêzîkatiyên ne mirovî û ne exlaqî şermezar dikin.
Ev kiryar li dijî rastiya hemû ol û baweriyan, di nav de ola îslamê ye.
Em diyar dikin ku ev kiryar sûcek li dijî pîvan û qanûnên navneteweyî û mafên mirovan ên girêdayî azadiya bawerî û wijdanê ye.
PYDʹê bang li gelê Sûriyê û hêzên wê yên demokrat kir ku der barê sûcên li herêmên dagirkirî tên kirin de helwesta berpirsyar nîşan bide.
Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Azadiya Olan kir ku kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê, nemaze yên li dijî Êzidiyan teşhîr bikin.