DYA alîkariya ji bo Filistînê wê carekedin despê bike

Rêveberiya Serokê DYA Joe Biden, hewil dide şatiyên ku serokê berê Trump kiriye rast bike.
Wezareta Karê Derve ya Amerîka ragihand ku wê alîkariya ku di dema Trump de ji bo Filistînê rawestandibû, careke din despê bikin.
Biryar ji aliyê Filistîn û NY ve bi keyfxweşî hate pêşwazîkirin, Îsraîlê jî bertek nîşan da.

Alîkariya ku DYA ji bo Filistînê dişand, 2018’an ji aliyê Serokê berê yê welat Donald Trump ve hatibû rawestandin.

Ev alîkarî bi hatina rêveberiya nû ya Amerîka re wê careke din bigihêje destê Filistîniyan.

Li gorî nûçeya ku ajansa Reutersê ragihandî, rêveberiya Joe Biden wê alîkariya ku ji 235 milyon dolarî pêk tê, carke din pêşkêşî xelkê Filistînê bike.

Alîkariya ku were kirin jî di çarçoveya mirovaî, aborî û ewlekariyê de wê pêk bê.

Di serdema Trump de, 200 milyon dolarê ku ji bo Xazze û Şeria ya Rojava dihat şandin êdî ji bo beşêdn din dihat bikaranîn.

Rêveberiya Filistîn û Neteweyên Yekbûyî (NY) wê demê ragihandibû ku wê ev yek bandoreke neyînî li rewşa herêmê bike.

Filistîn û NY ji biryara dya keyfxweş, Îsraîl jî bihêrese

Biryara alîkariya Waşîngton ji aliyê Filstinê ve bi keyfxweşî hate pêşwazîkirin.

Berpirsên Filistînî ev yek weke “gaveke baş” binav kir û daxwaza alîkariyek hîn zêdetir kir.

NY jî keyfxweşiya xwe ya ji biryara DYA re nîşan da.

Berdevkê NY Stephane Dujarric hêvî kir ku welatên din jî biryara DYA ya ji bo Filistînê bişopînin.

Lê Îsraîlê li dijî biryarê bertek nîşanda.

Sefîrê Îsraîlê yê DYA Gilad Erdan peyameke bi dîmen li ser hesabê xwe yê Twîtterê weşand û got:

Em li dijî wê biryarêne ku Amerîka careke din alîkariyê bi lez ji Filistînê re bişêne.

Back to top button