Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan 1’ê Adarê dest pê dike

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê dê 1’ê Adara û bi durişma “Jin giyanê çandan nû dike” Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan a 6’emîn li dar dixe.

Mîhrîcan bi armanca derxistina berhemên jinê û pêşxistina çanda û bi beşdarbûna jinên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bakurê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û ji Ewropayê dê were lidarxistin.

Di mîhrîcanê de, wê mijarên wêjeyê ji helbest, çîrok, gotarên wêjeyî, nivîsên şanoyê û peykersazî, her wiha pêşbirka karên destan û wênesaziyê werin pêşkêşkirin.

Hevseroka Gerînendetiya Çand û Hûnerê ya herêma Cizîrê Sûad Hisên diyar kir ku
heta 24 vê mehê wê berhemên hunerî werin pêşwazîkirin û ji bo her mijarekî wêjeyî heta 3 astan xelat wê werin belavkirin.

Back to top button