Çeteyên dewleta Tirk 2 sivîl ji navçeya Mabatayê revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 sivîl ji navçeya Maba ya Efrînê revandin . Di çarçoveya guhertina demografîk de jî dagirkeriya Tirkiyê malbatên çeteyên xwe yên Idlibê li Efrînê bi cih dike.

Li gorî çavkaniyên herêmî çeteyên Tirkiyê yên bi navê Cebha Şamiya, Munîr Izet û Mihemed Hemîd Cafer revandine.

Her sivîl ji gundê Beidîno yê navçeya Mabata ne.

Guhertina demografiya Efrînê
Dagirkeriya Tirk malbatên çeteyên Ildibê li Efrînê bi cih dike

Ji aliyê din ve dewleta Tirk a dagirker plana xwe ya guhertina demografiya herêmê jî didomîne û di vê çarçoveyê de malbatên çeteyên li Idlibê derbasî Efrînê dike.

Malpera Efrîn Post ragihand ku bi dehên karwanên malbatên çeteyan bi riya dergeha Dêr Belût a gundewarê Cindirêsê derbasî Efrînê bûn.

Maperê tekez kir ku ev malbat li taxên weke Eşrefiyê û Mehmûdiyê, her wiha navenda ofîsên firotina erebeyan yên Efrînê hatine bi cih kirin.

Leave a Reply

Back to top button