Li Qamişlo navenda keşfkirina zû ya penceşêra pêsîran a yekemîn hatiye vekirin.
Li Bakûr û Rojhilatê Sûrî di salên dawî de nexweşiya penceşêra pêsîran belav dibe.
Heyva Sor a Kurd ji bo rê li ber vê nexweşiyê bigire 1’ê Cotmehê navendeke pispor ya keşfkirina zû ya penceşêra pêsîran vekir.
Ev navend li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya yekemîn e û bi amûrên tenduristiyê yên nû mîna mamografî û îkogdoblir hatiye amadekirin.
Navend ji sê odeyan pêk tê û tevî pispor, çavdêr û pisporek derûniyê, di warê bikaranîna amûrên radyografî, mamografî, îkodoblir de 6 jin dixebitin.
Li navendê ji bo jinan der barê tendûristiyê de agahî jî tên dayîn.
Rêveberiya navendê Rojda Ehmed Emîn Silêman bibîrxist ku ew bê pere xizmetê didin jinan û bang li tevahiya jinan kir ku eger di pêsîrên wan de guhertin pêk hat serdana navendê bikin.