Çeteyên dewleta Tirk mîna DAIŞ’ê serê leşkerên Rejîmê jê kirin

Li herêma Neyreb ya Idlibê di navbera rejîma sûrî û çeteyên dewleta tirk de şerekî dijwar rû da.

Di encamê de 2 leşkerên dewleta Tirk, bi dehan ji çeteyên dewleta Tirk û leşkerên rejîma Sûrî hatin kuştin.

Her wiha piştî ku dewleta Tirk nîvê bajarok kontrol kir, hovîtiyeke ji ya Çeteyên DAIŞ’ê xirabtir bi serê leşkerên rejêmê de pêk anîn.

Çeteyên dewleta tirk gelek leşkerên rejîmê serjêkirin.

Ev çete bi navê xwe ne DAIŞ in, lê bi kiryarên xwe ji DAIŞ’ê ne cuda ne û dibe ku asta hovîtiya DAIŞ’ê derbas kiribin.

Piştî gefên tûj li dijî rejîm Sûrî û Rûsyayê, serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi desteka çeteyên xwe duh êrîşeke dijwar bire ser herêmên rejîma Sûrî yên li Idlibê.

2 LEŞKER Û 28 ÇETEYÊN DEWLETA TIRK Û 14 LEŞKERÊN REJÎMÊ HATIN KUŞTIN

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku di encamê şerê li bajarokê Neyribê li Idlibê de, 28 çete û 2 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.

Her wiha 14 leşkerên rejîma Sûrî jî hatin kuştin.

REJÎMÊ CAREKE DIN BAJAROKÊ NEYREBÊ BI TEMAMÎ BI DEST XIST

Piştî kontrolkirina çend saetan, artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê ji bajarok vekişîyan û rejîmê careke din destê xwe danî ser bajarok.

Di dîmenên ku çeteyên dewleta Tirk belavkirine de, hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li ber çavan radixîne.

Çavdêriyê diyar kir ku gelek leşkerên rejîmê li ser destê çeteyên dewleta Tirk li Neyrebê hatine serjêkirin û ev yek jî bi dîmen hatine belgekirin.

Beriya niha û bi mikurhatina çeteyên Cebht El-Nusra, leşkerên dewleta Tirk mil bi mil bi çeteyên navborî re li gundewarê Idlibê şerê rejîmê dikirin.

Beriya niha jî gelek caran Rûsya hişyariya hevkariya dewleta Tirk bi çeteyên El-Nusrayê re dabû.

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gotibû:

Terorîstên li Idlibê ji DAIŞ’ê ne cudatir in

Herî dawî jî wezareta parastinê bang li Tirkiyê kir ku desteka bi van çeteyan re rawestîne.

TIRKIYE JI DESTPÊKA NÎSANÊ VE 7400 LEŞKER Û 2610 EREBEYÊ LEŞKERÎ ŞANDINE IDLIBÊ

Lê tevî van hişyariyan jî, dewleta Tirk desteka xwe bi van çeteyan re dewam dike û herî dawî bêhtirî 75 erebe û alavên leşkerî derbasî bakurê Idlibê kirin.

Bi vê yekê û ji destpêka Sibatê ve di nav de 7400 leşker, dewleta Tirk bêhtirî 2610 erebe û maşîneyên leşkerî derbasî xaka Sûriyê kirine.

Back to top button