Meclisa Malbatên Şehîdan li Hesekê û Amûdê şehîdên meha Îlonê bi merasimekê bibîranîn.
Merasima bîranînê ya li Hesekê li Hola Reşo pêk hat û 116 şehîdên ku li cih û demên cuda şehîd bûne hatin bibîranîn.
Di merasîma bîranînê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Moro wiha got:
“Em ê heta dawiya nefesa xwe li ser rêça şehîdan bin, hêvî û armancên wan û serkeftinê pêk bînin.”
Yek ji fermandarên Melcisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê jî axivî û got:
“Ji bo azadiya gelên me û rizgarkirina xaka xwe, em ê canê xwe bidin û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.”
Her wiha li Amûdê jî 21 şehîd li hola Partiya Yekitiya Demokratîk PYD hatin bi bîranîn.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ziyor Şêxo di bîranînê de axivî û qala ked û fedekariyên şehîdan kir.
Merasîm bi diruşmên “şehîd namirin” bi dawî bû.